Rejima îşxalker û sîyonîst 17 Filistînî desteser kirin

17 Filistînî ji teref rejima îşxalker û sîyonîstan ve li heremên Şerîaya Rojhilata ku di bin îşxalê da ye hatin desteserkirin.

Ekleme: 10.01.2022 15:35:28 / Güncelleme: 10.01.2022 15:35:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejima îşxalker li Şerîaya Rojhilat û Qûdsê tim û tim êrîşan dike, ji ber vê yekê Filistînîyan jî bi îddîayên çend tiştan ew desteser dike.

Leşkerên rejima îşxalker dem bi dem êrîş li mal û mirovên Filistînîyan dike û di encama êrîşê de jî Filistînîyan desteser dike.

Rejima îşxalker bi giştî di seatên êvaran de êrîş li malên Filistînîyan dike, di encama êrîşan de malên Filistînîyan bi beheneya lêgerînê xira dike, pîrek û zarokan jî ditirsîne. (ÎLKHA)