Di pevçûnên Qazaxistanê de 164 kes mirin

Hat destnîşankirin ku di pevçûnên ku li Qazaxistanê pêk hatin de 164 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 10.01.2022 10:55:28 / Güncelleme: 10.01.2022 10:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahîyên ku ji Khabar-24 TV ya Qazaxistanê hatine bidestxistin ku ew jî li gorî daneyên Wezareta Tenduristîyê ragihandiye, di pevçûnên ku 2yê Çileyê de pêk hatin de  164 kes canê xwe ji dest dan. Tê diyarkirin mirin herî zêde li bajara Almatayê pêk hatin ku li gor daneyên nefermî li Almatayê 103 kes di pevçûnan de mirin.

Hat destnîşankirin ku di nav wan kesên ku canê xwe ji dane de jî 3 zarok jî hene.

Di encama protestoyan de jî 2 hezar û 265 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)