Di hevdîtinê de herdu aliyan rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa aliyên Kurdî yên wî welatî gotûbêj kirin.
Hevdîtin doh li Selahedînê hat kirin. Mesûd Barzanî pêşwaziya li Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û lijneya pê re kir.
Di hevdîtinê de şanda HUDA PARê pîrozbahiya serkeftina hilbijartina Cotmeha derbasbûyî ya Encumena Nûnerên Iraqê li PDKê kir û di heman demê de jî hevxemiya xwe ji bo malbatên Pêşmergeyên ku ji teref DAIŞê ve hatin kuştin û ji bo ziyanberketiyên lehiya Hewlêrê bi Barzanî ragihand.
Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa aliyên Kurdî yên wî welatî hat gotûbêjkirin.
Pêşxistina peywendiyên di navbera herdu aliyan mijareke dinî vê hevdîtinê bû.(ÎLKHA)