Weqfa Êtîman rapora fealîyeta sala 2021ê daxuyand

Weqfa Êtîman a ku ji êtîm û mixtacên di nav welat an jî derveyê welat de alîkarîyêan dike, rapora fealîyetên ku di sala 2021an de kirine daxuyand.

Ekleme: 07.01.2022 17:35:33 / Güncelleme: 07.01.2022 17:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Menduh Emekê Alîkarî Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman rapora fealîyetên ku di sala 2021an de hatine kirin xwend.

Emek derheqê xebatan de agahî da û bal kişand ku temamî fealîyetan bi esasa dildarîyê tên kirin.

Emek di axavtina xwe de weha got, “Weqfa Êtîman, wekî her sal di sala 2021an de jî di nav wê bêîmkanî û zorîtîyê de ji êtîm,sêwî,mixtac,mexdûrên herbê û însanîyê ku di nav welat an jî derveyê welat de ne re alîkarîyên xwe kir. Weqfa Êtîman temamî fealîyetên xwe  bi esasa dildarîyê dike. Xebatên ku ji Tirkîye heta Bangladeşê, ji Filistînê heta Tirkîstana Rojhilat, ji Asyayê heta Efrîqayê tên kirin, bi xebat û alîkarîyê birayên me yên dildar tê îcrakirin. Xêrxwaz û birayên me yên ku daxwaz bikin ku di weqfê de dildar bibin, dikarin li cîhekî xebatên weqfê alîkarî bikin.”

“Alîkarîyên ku di nav welat de hatîye kirin 3 milyon 47 hezar 550 TL ye”

Emek qala alîkarîyên ku di nav welat de hatine kirin kir û weha axivî, “Alîkarîyên me îsal jî wekî salên berê berdewam kir. Di encama vê alîkarîyê de me; milyonek û 706 hezar 648 TL ji Filistînê re, 181 hezar 500 TL ji Etîyopyayê re, 254 hezar 520 TL ji welatên Efrîqayê re kolîyên xwarinê belav kir. Ji alîyê din ve jî alîkarîyên di nav welat de ku ji bona êtîman hatîye kirin; 250 hezar 580 TL alîkarîya kolîya xwarinê, 410 hezar 165 TL alîkarîya goştê sor, 486 hezar 740 TL alîkarîya qapût û botê,183 hezar alîkarîya amûrên kirtasîyê, 7 hezar 250 TL alîkarîya kursîya biteker,4 hezar 653 TL alîkarîya şewatê û 67 hezar 350 TL jî alîkarîyê tiştên dinê hatine kirin.”

“Alîkarîyên ku di derveyê welat de hatîye kirin 2 milyon 931 Hezar 671 TL ye”

Emek qala alîkarîya li derveyê welat jî kir û axavtina xwe weha domand, “Di encama alîkarîyê de me; yekmilyon 706 hezar 648 TL ji Filistînê re, 181 hezar 719 TL ji Eîyopyayê re, 254 hezar 520 TL ji welatên Efrîqayê re, 329 hezar TL ji Surî û Libnanê re, 223 hezar 283 TL ji Bangladeşê re, 128 hezar 719 TL ji Yemenê re û 45 hezar TL ji Tirkistana Rojhilat re alîkarîyê kir.”

Emek di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em di alîkarîyan de li dîn,irq û mezhebê nanêrin. Kesê ku mixtac be an jî êtîm be em ji wan re alîkarîyê dikin. Ji ber vê yekê em bi navê Weqfa Êtîman ji xêrxazan re û ji xebatkarên xwe re jî teşekurê xwe dişînin.” (ÎLKHA)