Testa 125 kesên ku di balafira Îtalyayê da bûn pozîtîf derket

Testa ji 179 rêwîyên ku bi balafirê ji Îtalyayê diçûn Hîndîstanê 125 kesan pozîtîf derket. Hemû kesên ku balafirê da ne ketin karantîna yê.

Ekleme: 07.01.2022 15:30:31 / Güncelleme: 07.01.2022 15:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji 179 rêwîyên ku bi balafirê ji bajara Mîlanoya Îtalyayê diçûn Hîndîstanê, xeyn ji zarok û bebêkan ji 160 kesan re test hat kirin. Di encama testê de 125 kes pozîtîf derketin.

Ji teref rayedarên Hîndîstanê ve hat daxuyandin wan kesên ku testê wan pozîtîf derketîye ew ê bikevin karantînayê.

Rayedaran destnîşan kirin ku Îtalya ji ber varyanta Omîcronê di nav welatên rîska mezin da ye, ji ber vê yekê rêwîyên ku ji Îtalyayê bên welat li bajara Pencapa Hîndîstanê tên testkirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristîya Hîndîstanê, ji 90 hezarî zêdetir weqeyên nû hat tespîtkirin, 325 kes jî ji ber vîrusê mirin.

Li welat ji pandemîyê heta niha ji 35 milyon zêdetir weqa hat tespîtkirin, nêzî 485 hezar însan jî mirin. (ÎLKHA)