Li Şerîaya Rojhilat qeza: 8 kes canê xwe ji dest dan

Hat destnîşankirin ku erebeyek û qamyonek li Şerîaya Rojhilatê li hev qelibîn, di encama qezayê de 8 karker canê xwe ji dest dan. HAMAS jî ji bona kesên ku canê xwe ji dest dane re sersaxî û ji bona birîndaran jî şîfa xêrê şîyand.

Ekleme: 07.01.2022 15:25:27 / Güncelleme: 07.01.2022 15:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li nêzî gundê Fesayîla Şerîaya Rojhilat qemyonekî yê betonê û erebeyek li hev qelibîn, di encama qezayê de jî 8 kesên karker canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyan û rewşa hinek birîndaran jî giran e.

Husam Bedranê ku Endamê Biroya Sîyasî yê HAMASê destnîşan kir, ji kesên di qezayê de birîndar bûne re şîfa xêrê daxwaz kir û ji malbatên ku di qezayê da canê xwe ji dest dane re jî ji Xwedê rehmê daxwaz kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Em ji malbatên wan kesên ku canê xwe ji dest dane re, ji xelqê Aqrebeyê ku li hember îşxalê bi sebr û sebatê xebat dikin re û ji xelqê xwe re tezîyê xwe dişînin. Ji birîndaran re şîfa xêrê, ji mexduran re rehmetê, ji malbatên wan re jî sebrê û sersaxîyê daxwaz dikin û dişînin.”

Bedran ragihand ku HAMAS ji malbatên şîndaran re çi ji destê wan were ji bona ku bikin amade ne. (ÎLKHA)