Îşxalkerên sîyonîst zarokekî 4 salî qetil kir

Li bajara El-Luddê ku li herêma Filistînê yê ku di sala 1948an de hatîye îşxalkirin, ji teref rejima îşxalker ve bi tevî zarokekî yê 4 salî, 2 Filistînîyan hat şehîdkirin.

Ekleme: 07.01.2022 10:30:28 / Güncelleme: 07.01.2022 10:30:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li herêma Filistînê yê ku di sala 1948an de hatîye îşxalkirin, cinayetên faîlî meçhul berdewam dike.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehelî hatine bidestxistin, Filistînîyekî yê 43 salî ye li bajara El-Luddê li herêma Filistînê yê ku di sala 1948an de hatîye îşxalkirin hat şehîdkirin.

Piştî vê meselê çend seatan dîsa li gundê Bîr’ul Meksura navçeya El-Celîlê yê ku li herêma Filistînê yê ku di sala 1948an de hatîye îşxalkirin, ji teref rejima îşxalker ve ji zarokekî 4 salî yê ku navê wî Ammar Muhammed e û ji dayîka wî re ku dema li parqê dileyîzin êrîş hat kirin.

Hat destnîşankirin ku zarok bi sebeba guleyên ku li serê wî ketine şehîd ket.

Ji teref Navenda Eman a ku êrîşên li civaka Ereban tê kirin lêgerîn dike ve hat daxuyandin, di sala 2021ê heta niha ji ber êrîşên rejima îşxalker ve li herêma Filistînê yê ku di sala 1948an de hatîye îşxalkirin, zêdetirê 130 kesên Filistînî hatin qetilkirin.

Edalet û Komîsyana Taqîba Bilind a Filistînîyên li Herêma 1948an yê ku ji kuruma heqên însanîyê ye daxuyan kir ku polêsê rejima îşxalker, civaka Ereban dijmin dihesibîne, cînayetên ku “kujernediyar” tê hesibandin jî derheqê wan de tehqîqat nakin, çekên ku di wan cinayetan de jî dihat şixulandin jî kom nakin.

Kesekî yê ku di teşkîlata polês de wezîfedar e ragihand, wan cinayetên ku tên kirin ji teref Şabakê (teşkîlata îstîxbarata hindir) ve tê hîmayekirin, wan kesên ku cinayetan dikin jî bi tevî Şabakê xebatan dikin.

Rejima îşxalkera sîyonîst dema ku li ser wan cinayetan de naçe û sebeba wan cinayetan nagere, ji bona rêxistinên terora sîyonîst jî dibe cisaret û ew êrîşên xwe jî zêde dikin.

Armanca wan êrîşan jî bi esil ew e ku Filistinîyan ji bona koçê bidin zorê û di cîhê wan de Cihuyîyan bînê li vê û wan bi cîh bike. (ÎLKHA)