Li Kazakistanê bîlançoya xwepêşanan: 44 mirî, 748 birîndar, 3 hezar binçavkirî

Di encama xwepêşanên ku Kazakistanê ji ber zama ku xazê hat kirin de destpêkirin de heta niha 26 xwepêşandêr û 18 hêzên ewlehîyê mirin û 748 hêzên ewlehîyê jî birîndar bûn.

Ekleme: 07.01.2022 10:05:26 / Güncelleme: 07.01.2022 10:05:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Kazakistanê ve daxunîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di encama xwepêşanên ku Kazakistanê hatin destpêkirin de heta niha 26 xwepêşandêrên ku tevlî sûcê bûne hatin kuştin û 18 hêzên ewlehîyê mirin û 748 hêzên ewlehîyê jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, heta niha zêdetirî 3 hezar xwepêşandêr jî hatin binçavkirin.(ÎLKHA)