Li Qazaxistanê zêdetirî hezarekî kes birîndar bûn

Hat destnîşankirin ku li Qazaxistanê di protestoyên ku ji ber zema ku li LPGê hat kirin hatin destpêkirin de, heta niha herî kêm hezar kes birîndar bûn.

Ekleme: 06.01.2022 13:20:28 / Güncelleme: 06.01.2022 13:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapamenîya Qazaxistanê hatine bidestxistin ku ew jî li gorî daxuyanên Wezareta Tenduristîyê bidestxistine, di pevçûnên ku ji ber protestoyên pêk hatine de herî kêm hezar kes birîndar bûn.

Li bajarên Zhanaozen û Aktav, Mangîstau yê ku di 2yê Çileyê de ji ber zemê LPGê protesto hatibûn destpêkirin. Piştî protestoyan di 4ê Çileyê de di nav polês û pêşanderan de li herêma Almatê û herêmên dinê pevçûn çêbû.

Qasim Comert Tokayevê Serokkomarê Qazaxistanê jî bi zêdebûna pevçûnan, li giştî welatê ji bona 2 hefteyan rewşa neasayîyê îlan kir û hikûmetê jî ji wezîfe girt. (ÎLKHA)