Ji bona Wan, Colêmerg, Mûş û Bêdlîsê hîşyarîya cemedê

Li herêma Rojhilata welat ji bona Wan, Colêmerg, Mûş û Bêdlîsê hîşyarîya cemedê û aşîtê hat kirin.

Ekleme: 06.01.2022 12:05:30 / Güncelleme: 06.01.2022 12:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya Midirtîya Herêma 14emîn a Meteorolojîyê, li giştîya herêmê tê tehmînkirin ku ew ê bi tevî cemed û qeşayê mij jî çêbibe.

Hişyarîya cemed û qeşayê: Dibe ku di seatên serê sibê de cemed û qeşa çêbibe, ji ber vê yekê mirovan bila dîqqet bikin.

Hişyarîya aşîtê: ji ber ku li berwarê ku meyla wî dîk e hişyarîya aşîtê tê kirin, rayedar û mirov bila bi tedbîr bin. (ÎLKHA)