Koreya Bakur ceribandina “fuzeya hîpersonîk a tîpa nû” kir

Ji teref Ajansa Xeberan a Navenda Koreya Bakur ve hat daxuyandin, fuzeya ku doh serê sibê hat ceribandin “fuzeya hîpersonîk a tîpa nû” ye.

Ekleme: 06.01.2022 11:35:29 / Güncelleme: 06.01.2022 11:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ceribandina “fuzeya hîpersonîk a tîpa nû” bi şanazî hat encamkirin, derheqê temaşekirina Kîm Jong-unê Serokê Koreya Bakur de daxuyanîyek nehat dayîn.

Hat ragihandin ku fuzeya hatîye ceribandin, li derveyê “herêma îqtîsadîya sînordara Japonyayê” ket nav behrê.

Li gorî agahîyan fuzeyên sîpersonîk ji leza dengê 5 qet herî zêdetir e, sekinandina ku ji teref sîstemên parastinên niha bê kirin jî ne mimkin e. (ÎLKHA)