Li tevahîya Kazakistanê rewşa awarte hat îlankirin

Protestoyên ku ji ber zama ku li xazê li Kazakistanê dest pê kirin û bûn sedema îstîfaya hikûmetê bênavber berdewam dikin.

Ekleme: 06.01.2022 09:25:24 / Güncelleme: 06.01.2022 09:25:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li kolan û sikakan xwepêşandêrên ku ji ber zama ku li xazê hat kirin daketin kolanan bi polêsan re pev diçin.

Tê diyarkirin li welêt gelek avahîyên dewletê ji teref xwepêşandêran ve hatin bidestxistin.

Ji ber alozîyên ku rû dan li tevahîya welêt rewşa derasayî hat îlankirin.(ÎLKHA)