Ercan Vergîlî: Kesên ku pêxember fehm dikin qîmetê dikin nava civakê

Ercan Vergîlîyê Koordînatorê Evîndarên Pêxember yê Marmarayê destnîşan kir ku tetîla nîvê salê ji bona zarok û malbatên ku beşdarê Pêşbirka Sîyerê bûne fersend e.

Ekleme: 05.01.2022 13:50:27 / Güncelleme: 05.01.2022 13:50:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pêşbirka Sîyerê ku ji teref Evîndarên Pêxember ve her sal tê sazkirin, îsal jî di tarîxa 13 Sibata  sala 2022yan de  dê bê sazkirin. Serîlêdana pêşbirkê heta 31ê Çileya sala 2022yan ew ê berdewam bike.

Bernameya ku bi temaya “Wî Bixweyne Wî Bijî” ew ê îsal 11emîna wê bê sazkirin.

Ercan Vergîlîyê Koordînatorê Evîndarên Pêxember yê Marmarayê jî derheqê pêşbirkê de daxuyanîyek da.

“Pêşbirka Sîyerê tewecûha ku pêwîst e dibîne”

Vergîlî di axavtina xwe de destnîşan kir ku armanca vê pêşbirkê ji civakê re Sinnetê Pêxember bidin naskirin û bidin jîyandin e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bi vê armancê çend sal in Pêşbirka Sîyerê saz dikin. Elhemdulîllah xelqê me jî tewecûhê nîşan dide. Kesên ku pêxemberê me fehm dikin qîmetê dikin nava civakê. Pêşbirka Sîyerê tewecûha ku pêwîst e  dibîne. Em niha lê dinêrin ku kesên xwe qeyd kirine hêjmarên wan li temamê Tirkîyê 130 hezar e, li herêma Marmarayê ji 21 hezarî zêdetir qeyd heye. Elbet em hêvî dikin ku van hêjmarên qeydan ew ê zêde bibe. Wekî ku hûn jî dizanin vîrûs, par hê nû bû. Ji ber vê yekê me jî pêşbirka xwe bi onlîne kir. Em îsal rexbetê gelek zêde dibînin çîmkî par ji ber sebeba pandemîyê mirov didûlî bûn, lê îsal di nav rewşekî baş da ye.”

“Tetîla nîvê salê fersend e”

Vergîlî li bîr anî ku tetîla ku 15 roj e ew ê di demeke nêz de bê û dû re wiha got, “Ew dem ji bona xwandina kitêbê firset e. Malbatên me jî dikarin jiyana pêxemberê me bi malîtî bixwînin. Fehmkirina Pêxemberê me gelek mûhîm e. Xwedê Teala derheqê Pêxemberê me de weha dibêje ‘Di pêxember de ji bona wan kesên ku Xwedê û axiretê hêvî dikin, gelek mîsalên xweşik hene.’ Pêxember ji bona me nimûneyekî û mîsalekî yekta ye. Xwedê Teala wî ji bona alemê bibe rehmet şîyandîye. Ji ber vê yekê malbatên me jî di wan rojên dawî de; bila tetîlê ji bona xwe wek firsetekî bibînin û li ser zarokên xwe bisekinin, lê ku ew jî bişuxulin ev tetîl ji wan re ew ê bibe firsetek. Xortên ku qeydê pêşbirkê bûne dibe ku ji pêşbirkê re amade bin, lê dibe ku hinek cîhan baş fehm nekiribin, ji ber vê yekê ev tetîl ji bona wan firsetek e.”

“Pêşbirka me pêşbirkekî wisa ye ku hemû kes dikare jê feyde bigire”

Vergîlî di berdewama axavtina xwe de ragihand ku ji wan kesê ku di pêşbirkê de bi ser bikevin re ew ê xelatan bê dayîn,Vergîlî dû re wiha dawî li axavtina anî: “Xelatên me yên wisa hene ku ji zarokan heta mezinan me xelatan amade kiriye. Wekî ku hûn jî zanin ku wan kesên ku di pêşbirkê de serdikevin em xelatên wan didin wan, em wan mikafet dikin çîmkî ew wan mikafatan heq dikin. Di nav xelatên me de; Bîgîsayar, drone, tablet, seat hene. Kesên ku beşdarê pêşbirkê bibin bi vê şeklê jî ew ê kêfxweş bibin. Em vî tiştî ji bo teşwîqê dikin; hekena xwendina heyatê pêxember bi serê xwe ji mirovan re xelateke mezin e, em wisakî dinêrin. Pêşbirka me pêşbirkekî wisaye ku hemû kes dikare jê feyde bigire. Ji xwe hûn jî heyatê pêxemberê me dixwînin. Xwendina heyatê pêxember îbadetek e, qezencek ye û xêr e çîmkî qalkirina pêxember ji xesletekî ku ew Xwedê Teala kêfxweş dike ye. Ji ber vê yekê windakirina pêşbirka me tune ye. Beşdarên me dema ku xelatan qezenc nekin jî bi xwendina heyatê pêxember, qezencekî bidest dixin. Lazim e ku mirov vî tiştî weha zanibe. Kesên ku beşdar bûne û ew ê ku ji xwe re dibêjin em misilman in, bi şeklekî lazim e ku bi heyatê pêxember meşxul bibe û heyata wî hîn bibe.” (ÎLKHA)