Li Pakistanê 2 otobus li hev qelibîn: 8 mirî 60 birîndar

Hat ragihandin di encama qezaya ku li parêzgeha Pêncaba Pakistanê pêk hat de 8 kes canê xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 04.01.2022 14:05:28 / Güncelleme: 04.01.2022 14:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li bajara Bahavalpurê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sûr’ata zêde du otobusê rêwîyan li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes canê xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn ji birîndar rewşa 10 kesan giran e.(ÎLKHA)