Helîkopterekî leşkerî yê aîdê rejima îşxalker û sîyonîst ket xwarê: 2 balafirvan mirin

Li gorî daxuyanîya artêşa rejima îşxalker, helîkopterekî di dema tetbîqeta perwerdehîyê de ket xwarê, di encama qezayê de 2 efser mirin, efserekî jî birîndar bû.

Ekleme: 04.01.2022 10:40:32 / Güncelleme: 04.01.2022 10:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku helîkoptera Atalef a behrê, li bajara Hayfayê ku di bin îşxalê da ye ket nav Behra Sipî.

Amîkam Norkînê Fermandarê Hêzên Hewayê yê rejima îşxalker û sîyonîst daxuyand ku tetbîqatên perwerdehîyê bi demborî hat sekinandin.

Derheqê sebeba ketina helîkopterê de tu daxuyanîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)