Xwendekarên Zaningeha Harranê li pêşîya rektorîyê çalakî kirin

Xwandekarên Zaningeha Harranê ku ji rakirina îmtîhana îkmalê re reaksîyon nîşan dan, li pêşîya rektorîyê çalakî kirin.

Ekleme: 04.01.2022 10:25:29 / Güncelleme: 04.01.2022 10:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zaningeha Harranê, di sala 2021-2022yê hevotin û hînkirinê de rakirina îmtîhana îkmalê daxuyandibû. Ji ber vê yekê xwendekarên ku ji vê qirarê re reaksîyon nîşan dan, heta rektorîyê meş kirin.

Koma xwendekarên ku li pêşîya rektorîya Kampûsa Osmanbeyê de civîyan, bi pankartên ku li ser wan “Em tiştê ku yê me ye dixwazin”, “ Zaningeha Harranê îmtîhana îkmalê daxwaz dike” dinivisîne destnîşan kirin ku bi Mehmet Sabrî Çelîkê Doxtor,Profesor û Rektorê Zaningeha Harranê ve hevdîtin xwastin.

Xwendekaran ragihandin ku hetanî îmtîhana îkmalê ji wan re bê dayîn ew ê çalakîyên xwe berdewam bikin. (ÎLKHA)