Li Meletî 65 kîlogram eroîn hat bidestxistin

Hat destnîşankirin ku di dema qontrolkirina rêyan de, di encama lêgerînê de di nav eşyayên rêwîyekî de 65 kîlogram û 650 gram eroîn hat bidestxistin û şikdarek jî hat binçavkirin.

Ekleme: 04.01.2022 09:40:29 / Güncelleme: 04.01.2022 09:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midirtîya Ewlehîya Bajar a Meletî daxuyanîyekî bi niviskî da, di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li cîhê qontrola rêya Kaleyê otobûsek hat sekinandin û di otobûsê de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de di nav eşyayên rêwîyekî de 65 kîlogram û 650 gram eroîn hat bidestxistin.

Hat ragihandin ku şikdarê ku hat binçavkirin ew ê ji meqamên ‘edlî re bê teslîmkirin. (ÎLKHA)