HUDA PAR: CHP bi şikleke aşkere êrîşî muqaddesatên gel dike

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derheqê rojeva hundir de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de dijmintîya ku ji teref CHPê ve li hember muqaddesatan tên kirin de nirxandin hat kirin.

Ekleme: 04.01.2022 09:35:31 / Güncelleme: 04.01.2022 09:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“CHPyê ku ji roja hatiye damezrandin  vir ve êrîş dibe li ser bawerîya Mislimanan û vê yekê wek sedema hebûna xwe dizane”

Di destpêka daxuyanîya ku hat belavkirin de  hat destnîşankirin, CHPyê ku ji roja hatiye damezrandin  vir ve êrîş dibe li ser bawerîya Mislimanan û vê yekê wek sedema hebûna xwe dizane û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ev bû sed sal ku civakê ji hêla bawerî û qewmî ve civakê ji hev cuda bike û berberîyê bixe nav civakê. Tê zanîn ku CHP di heyama yekpartî  de  ji Qur’ana Kerîm û azanê re dijmintî kir û di her fersenda ku bi dest dixist de êrîş dibir li ser Mislimanan. Digel ku ew qas wext ji ser wê dewrê derbas bûbe jî heman CHP qet nehat guhartin û vê dijmintîya xwe ya li hember Îslamê didomîne. Cigîrê Koma CHPê derheqê kursên Qur’anê yên ku zarokên 4-6 salî diçin lê perwerde dibînin de îfadeya “zihniyeta heyama navîn, sazîyên li derveyê zanistê” bi kar anî ku ev yek bi şikleke aşkere  êrîşa li hember Îslam û Qur’anê ye.CHP dixwaze ku zihniyeta heyama yekpartî û 28ê Sibatê cardin hakim bibe û ew ji bo vê yekê çi ji destên wî tê bi şikleke aşkere dike.”

“Îslam haveyna vî milletî ye û Qur’an kitêba pîroz a vî milletî ye”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin Îslamê dînê vî gelî ye û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Serokê Giştî yê CHPê ji ber tiştên ku berî niha qewimîne qala helalîxwestinê kir, ger ew di vî warî de samîmî be wê demê divê pêşî wan kesên ku di bin banê partîya wî de ne û bi şikleke aşkere êrîşî Îslam û Qur’anê dikin  û wan paşvemayî diwesfînin, bila îxrac bike. Piştî ku vê yekê kir divê ji gel lêborînê bixwaze. CHP û ew kesên ku di her fersendê de êrîşî muqaddesatên Îslamê dikin bila vê yekê baş bizanibin, Îslam haveyna vî milletî ye û Qur’an kitêba pîroz a vî milletî ye. Tu kes nikare Îslamê ji qelbê vî milletî derîne.”(ÎLKHA)