Karwana Hêvîyê ya Batmanê ji zêdetirî 1000 mixtacan re goştê sor belav kir.

Karwana Hêvîyê goştê sor ê ku ji teref xêrxazan ve hatîye bexşkirin, li navenda Batmanê, navçe û gundan ji hezar û 132 malbatên mixtac re belav kir.

Ekleme: 31.12.2021 13:50:26 / Güncelleme: 31.12.2021 13:50:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Salîh Guzelê Serokê Karwana Hêvîyê yê Batmanê di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku salê 12 meh ji mirov û malbatên mixtec re fealîyetên xwe yên alîkarîyê berdewam dikin.

Guzel destnîşan kir ku ew ji hezar û 132 malbatan re alîkarîya goştê sor kirine, Guzel îfade kir ku di van rojên tengasîyê de lazim e ku wan malbatên mixtac ji bîr nekin.

Guzel di axavtina weha got, “Em ji Rebbê xwe re şikur dikin ku me ji bona helkirina îxtîyacîya êtîm û mixtacan re kirîye wesîle. Em bi navê Karwana Hêvî yê Batmanê salek 12 meh ji êtîm û mixtacan re alkarîyê dikin û em vê alîkarîyên xwe berdewam dikin. Em niha hinek bi sedeqê, bexşê, qurbanên ‘eqîqê û hinek jî bi kesên navberîyê alîkarîyên goşt dikin. Me wan goştên xwe ji hezar û 132 malbatan re bi pakêtên 1,5 kîloyan belav kir.

“Wan, di vê dema zehmet de jî feqîr û êtîman bîrva nekirin”

Guzel ji xêrxazên ku bi qurban û sedeqeyên xwe alîkarî bûne re teşekur kir û axavtina xwe weha domand, “Xwedê Teala ji xêrxazên me razî bibe. Me di vê rojên tengasîyê da jî ji bona ku li derê wan xin bi pakêtên 1,5 kîloyan ji malbatên mixtac re îmkanekî xweşik dît. Dîsa jî em dibêjin Xwedê Teala ji xêrxazan razî bibe.”

“Ku bi kolîyekî xwarinê be jî em hêvîya alîkarîya we ne”

Guzel destnîşan kir ew pilan dikin ku di meha çileyê da jî ji mixtacan re alîkarîya xwarinê bikin û ji ber vê yekê ji xêrxazan re bang kir û weha got:

“Em ê di meha çileyê da jî alîkarîya xwarinê bikin. Ji ber vê yekê em dîsa ji xêrxazên xwe re bang dikin; ji bona ku îxtîyacîya êtîm û mixtacan bê helkirin û bên kêfxweşkirin Ku bi kolîyekî xwarinê be jî em bêvîya alîkarîyên we ne.” (ÎLKHA)