Arteşa Iraqê ji malbetekî 6 jê zarok tevde 20 kesan qetil kir

Li bajarê Babîla Iraqê ateşa Iraqê êrîş li malekî kir û di êrîşê de şer derket, di encama şerê ku derket de ji malekî tenê bi tevî 6 zarokan 20 kes hatin kuştin.

Ekleme: 31.12.2021 10:20:26 / Güncelleme: 31.12.2021 10:20:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya nivîskî ya Fermendarîya Operasyonên Babîlê yê girêdayê Artêşa Iraqê, li malekî yê ku li herêma Er-Reşayîdê ye operasyonek hat kirin.

Di operasyonê de, 2 kesên ku bi sûcê “teror”ê dihatin lêgerîn di malê de êrîşê hêzên ewlehîyê kirin.

Hat îfadekirin ku bi hatina hêzên alîkar,  derdora malê hat dorpêçkirin, di encama pevçûnê de bi tevî 6 zarokan 20 kesên ku di nav wan de pîrek jî hene hatin kuştin.

Di daxuyanîyê de derheqê birîndar an jî mirina hêzên qewet de agahîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)