Li Arjantînê helîkopter ket xwarê: 2 mirî

Li wîlayeta Neuquena li herêma Patagonîaya Arjantînê helîkopterekî yê ku di xebatên tefandina şewatên daristanê de wezîfedar bû ket xwarê, di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 31.12.2021 10:15:26 / Güncelleme: 31.12.2021 10:15:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

21 roj e ku li daristanên herêma Patagonîaya Arjantînê şewat derketîye û ew şewat berdewam dike, helîkoptera ku ji bona tefandina daristanê wezîfedar bû ket xwarê, pîlot û makînîstekî canê xwe ji dest dan.

Komîtîya Ewlehîya Gihîştandina Arjantînê daxuyand kir ku derheqê sebeba qezayê de tehqîqat hat destpêkirin û dibe ku qeza ji ber rewşa hewayê, xirabûna teknîkî an jî ji ber xetaya însanî pêk hatîye. (ÎLKHA)