Li Rihayê diji DAÎŞê operasyon: 7 kesên şikdar hatin qefaltin

Li navçeya Akçakaleya Rihayê û navenda Rihayê li dijî DAÎŞê operasyon hat kirin, di encama operasyonê de 7 şikdar ên ku ji welatîyên Iraq û Surîyê ne hatin qefaltin.

Ekleme: 31.12.2021 09:15:17 / Güncelleme: 31.12.2021 09:15:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, operasyona ku MÎT, Midirtîya Şuba Îstîxbaratê û Midirtîya Ewlehîya Bajar a Rihayê bi hevdû re li dijî DAÎŞê operasyonekî hevdemî kirin. Di encama operasyonê de 6 şikdarên ji welatîyên Surî û şikdarekîyê ji welatîyê Iraqê hatin qefaltin.

Hat destnîşankirin ku di encama lêgerînê de materyalên dîjîtal hatin bidestxistin û derheqê operasyonê de jî tehqîqat berdewam dike. (ÎLKHA)