Li Keşmîrê 6 micahid ji teref leşkerên Hîndîstana îşxalker ve hatin şehîdkirin

Li Keşmîra ku di bin îşxala Hîndîstanê da ye di nav endamên Ceyş-î Muhammed û leşkerên hîndîstanê de pevçûn çêbû, di encama pevçûnê de 6 micahid şehîd bûn.

Ekleme: 30.12.2021 14:45:19 / Güncelleme: 30.12.2021 14:45:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Keşmîrê hatine bidestxistin, artêşa Hîndîstanê malên endamên Ceyş-î Muhammedê ku li herêma Kulgam û Anantangêya Keşmîrê yê di bin îşxala Hîndîstanê de ye dorpêç kirin.

Hat destnîşankirin ku di dorpêçê de leşkerên Hîndîstanê yekî ji welatîyê Pakîstanê 6 micahidan şehîd kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, leşkerekî  Hîndîstanê mir, 3 leşker jî birîndar bûn.

Misilmanên Keşmîrê yên ku ji bona parastina welatê xwe li hember bireveberîya Hîndîstana îşxalker ji sala 1989an heta îro micadele dikin. (ÎLKHA)