37 koçber hatin girtin

Di encama operasyona ku hat lidarxistin de li Bidlîsê 37 koçber hatin girtin.

Ekleme: 30.12.2021 11:20:26 / Güncelleme: 30.12.2021 11:20:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa ku koçber tê de bûn hewl da li ser rêbeja Bidlîs û Diyarbekirê ji xala lêgerînê bireve ku lastîkên  mînîbusê hat teqandin û mînîbus hat sekinandin.

Di encama lêgerîna ku hat kirin de 37 koçberên ku di mînîbusê de bûn hatin girtin û  şofêrê bi navê S.K. jî hat binçavkirin.(ÎLKHA)