Di encama qezaya ku li Sêrtê pêk hat de 2 kes birîndar bûn

Hat ragihandin li Sêrtê 3 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.

Ekleme: 30.12.2021 09:50:27 / Güncelleme: 30.12.2021 09:50:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser Kolana Tilloya navenda Sêrtê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 3 wesayîtên bi plaqeyên 56 ARC 192, 20 BJF 56 û 63 ZF 151 li hev qelibîn.

Abdullah Akcan û Ugur Akcanê ku di qezayê de birîndar bûn hatinr rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)