Li Behra Egeyê kelekê ku koçberên Kurd tê de bûn binav bû

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîyan hatine bidestxistin li Behra Egeyê kelekekî ku koçberên kurd jî di nav da bûne binav bû.

Ekleme: 29.12.2021 17:15:29 / Güncelleme: 29.12.2021 17:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku di kelekê de 100 koçber hebûne, ji wan koçberan 7 koçber hatin xelaskirin,  9 koçberên ku welatîyên Herêma Kurdistanê bûn  jî  canê xwe ji dest dan.

Hat dîyarkirin ku hê jî 23 koçberên kurd winda ne. (ÎLKHA)