Li Edîrneyê lehî: Çem bi ser ve çûn, rê jî hatin girtin

Li navçeya Uzunkopruya Edîrneyê barîna baranê bû sebeba lehîyê. Ji ber rabûna lehîyê rêya gundan hatin girtin û çem ser ve çûn.

Ekleme: 29.12.2021 11:09:29 / Güncelleme: 29.12.2021 11:09:29 / Xeberen Kurdi / Edirne Haberleri
Destek için 

Hat destnîşankirin ku ji ber barîna baranê li navçeya Uzunkopruyê lehî rabû û rêya gundan hatin girtin, gelek dikanên ku di sîteya senayîyê de ne jî di bin avê de man.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Çarrêya Kirkkavak, Beykonak û Çopkoya li navçeya Uzunkopruyê ji erebeyan re hatin girtin.

Hat ragihandin ku ji dikanên ku di bin avê de mane re xebatên paqijîyê hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)