Êrîş li Sefareta Tirkîyê ya li Varşovayê hat kirin

Ji teref mirovê ku bi eslê xwe Tirk e ve bi molotof êrîş li Sefareta Tirkîyê ya li Varşovayê hat kirin.

Ekleme: 29.12.2021 09:35:26 / Güncelleme: 29.12.2021 09:35:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku êrîş li bînahîya sefareta ku li Caddeya Rakowîeckayê di seat 14.00an de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mirovê êrîşker ê 34 salî dema ku xwest bireve ji teref ekîbên polês û ewlehîyê ve hat qefaltin.

Hat ragihandin ku di êrîşê de tiştek bi kesî nebû, lê belê 2 erebeyên personelan zirar dîtin. (ÎLKHA)