Di lehîya ku li Brezîlyayê pêk hatibû de hêjmarên mirîyan derket 20an

Li wîlayeta Bahîaya ku li herêma bakura Brezîlyayê ye ji ber zêde barîna baranê lehî çêbû, ji ber vê yekê hêjmarên mirîyan derket 20an.

Ekleme: 29.12.2021 09:30:29 / Güncelleme: 29.12.2021 09:30:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Çavdêrîya Strandin û Parastina Sîwîl a Wîlayeta Bahîayê hat daxuyandin,  ji ber barana ku di meha Mijdarê de li herêmê dibare hêjmarên mirîyan derket 20an.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ku ji ber lehîyê kesên ku malên wan xira bûne 31 hezar û 405 kes e, kesên ku hatine tehlîyekirin hêjmarên wan 31 hezar û 391 e, kesên ku ji lehîyê tesîrdar bûne jî hêjmarên wan derket 471 hezar û 9an.

Hat dîyarkirin ku bajarên ku ji lehîyê tesîrdar bûne hêjmarên wan bûne 116 û li 100 bajarî jî rewşa acîl hat îlankirin. (ÎLKHA)