Ketaîb Hîzbullah dê hikumeta nû ya Iraqê dê boyqot bike

Ketaîb Hîzbullah destnîşan kir ku di hilbijartina 10ê Cotmehê de pêçîya rejima îşxalker û DYAyê heye, ji ber vê yekê dê di kabîneya nû de ew ê cîh negirin.

Ekleme: 28.12.2021 11:50:30 / Güncelleme: 28.12.2021 11:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ketaîb Hîzbullah di daxuyanîya xwe yê nivîskî de weha got, “Wan kesên ku dest dabûn ser heqên xelqê Iraqê, ji Sîyonîstan,DYAyê û Rejima Siudî re alîkarî dikirin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku Komîsyona Hilbijartina Bilinda Serbixwe ya Iraqê jî ji vê tifaqê êrîş dîtîye û di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Darazîya Iraqê jî di bin şantaj, tehdît û zorîtîya Sefîra Baxdayê ya DYAyê û Jeanine Plasschaertê Temsîlkarê Taybetîyê Iraqê yê Koma Miletan de ma.”

Hat destnîşankirin ku Koalîsyona Fetîh a mitefîqa Ketaîb Hîzbullah, ji bona ku encamên hilbijartinê bê îptalkirin ji Dadgeha Federala Bilind a Iraqê re muracaaat kiribû û ew muracaat nehatibû qebûlkirin. (ÎLKHA)