Yapicioglu: Li cîhanê her sal nêzî 2.5 milyon însan ne ji eraqa sexte ji ya asayî dimirin

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji bo hinek ziyaretinan çû Edeneyê bi endamên çapemenîyê re hat ba hev û derheqê mijarên muhîm ên di rojevê de nirxandinan kir.

Ekleme: 27.12.2021 14:30:12 / Güncelleme: 27.12.2021 14:30:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Li cîhanê her sal nêzî 2.5 milyon însan ne ji eraqa sexte ji ya asayî dimirin”

Yapicioglu derheqê mijara mirinên ji ber eraqê de destnîşan kir, bi mirinên eraqa sexte cardin mijara meseleya eraqê hat rojeva welêt û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Hejmara kesên ku ji ber eraqa sexte mirin gihaşt nêzî 100 kesî. Hêj hinek welatîyên ku ji ber eraqê hatin rakirin nexweşxanê û tên tedawîkirin hene. Bes eraqa sexte nabe sedema mirinê. Rast e eraqa sexte di cî de dikuje, lê belê a din jî hêdî hêdî dikuje. Divê însan di warê eraqa ku zirarAa wê gelek zêde ye de werin îhyakirin.  Niha di raya giştî de bal tê kişandin li ser eraqa sexte ku ev yek zirar û pîsbûna eraqê ji bolê radike. Li gorî raporta Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê her sal ji ber eraqê nêzî 2.5 milyon însan dimirin.Ev kesên ku dimirin ne ji ber eraqa sexte dimirin.”(ÎLKHA)