Cenazeyên 27 koçberan, ku di nav wan de pitikek jî hebû, li berava Lîbyayê hatin dîtin

Li Lîbyayê cenazeyên 27 koçberan ku di nav wan de 2 jin û pitikek jî hebû li ber beravê hat dîtin.

Ekleme: 26.12.2021 16:50:26 / Güncelleme: 26.12.2021 16:50:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şaxa Humsê ya Heyva Sor a Lîbyayê ragihand ku şeva borî cenazeyê 27 koçberên  hewl didan derbasî Deryaya Sipî bibin û di behrê de xeniqîbûn li berava E-Allus hatin dîtin.

Hat diyarkirin ku 3 koçberên ku hêj sax in hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)