Karwana Hêvîyê ji welatîyên ku li Hewlêrê ji ber lehîyê mexdûr bûn re alîkarîya xwarinê kir

Sazîya Alîkarîya Navneteweyî Karwana Hêvîyê ya ku him li nava welêt û him li derveyî welêt xebatên alîkarîyê dike vêcarê li Hewlêra Kurdistana Iraqê xebatên alîkarîyê da destpêkirin.

Ekleme: 26.12.2021 16:25:28 / Güncelleme: 26.12.2021 16:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî vê çendakî li Dara Tûya Hewlêrê ji ber barana zêde lehî rabû û ji ber lehîyê zêdetirî yek hezar mal zirar dîtin û 12 welatî canê xwe ji dest dan. Karwana Hêvîyê çû bi hawara welatîyên Kurdistanê û ji wan re alîkarîya xurek û erzaqê kir.

Şahîn Elelçîyê Temsîlkarê Diyarbekirê yê Karwana Hêvîyê derbarê alîkarîyên ku hatin kirin de daxuyanî da.

Elelçî di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir, ew ji bo alîkarîyê hatine Kuştepeya Hewlêrê û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “JI derdorê jî wehameya  zirara ku pêk hatiye tê famkirin. Ê ku herî zêde ji lehîyê zirar dîtine dikandar in.  Dikandar hewl didin malên xwe yên di dikanan de derxînin, lê belê tev zirar dîtine. Em li vê derê wek Karwana Hêvîyê ji xelkê vê derê re alîkarîya erzaq û batanîyan belav dikin. Em ê xebatên xwe yên li vê derê bidomînin. Em ji vê derê bang li xêrxwazan dikin da ku ji bo gelê vê derê alîkarîyê bikin. Xweda xêra wan kesên ku keda wan di vê alîkarîyê de heye razî be.”(ÎLKHA)