Termê 16 Kurdên koçber ên ku di Behra Manşê de xeniqîn gihaştin Hewlêrê

Berî vê çendakî komek koçber dema ku hewl didan ji Fransayê derbasî Îngîltereyê bibin keştîya wan binav bûbû û gelek koçber canê xwe ji dest dabûn.

Ekleme: 26.12.2021 10:45:29 / Güncelleme: 26.12.2021 10:45:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di wê bûyera ku wê rojê pêk hat de tevde 16 kesên Kurd jî hebûn ku xeniqîbûn. Di encama xebatên ku hatin kirin de termê 16 Kurdên koçber ên ku di Behra Manşê de xeniqîn gihaştin Hewlêrê.

Navên koçberên Kurd ên ku di Behra Spî de  xeniqîn wisa ye:

Mahabad Ahmed Alî, Biryar Ahmed Abdurrahman, Mubîn Rizgar Huseyîn, Hesti Rizgar Huseyîn, Hedîye Rizgar Huseyîn, Kejal Ahmed Hidir, Efrasyan Ahmed Muhammed, Serkewt Pirot Muhammed, Muhammed Huseyîn Muhammed, Meryem Nurî (Baran), Şakar Alî Pirot, Muslîm Îsmaîl Hemed, Muhammed Qadir Awla, Rejwan Yasîn Huseyîn, Bilind Şukru Bekir û Hasan Muhammed Alî.(ÎLKHA)