Karwana Hêvîyê ya Êlihê ji 102 zarokên êtîm û mixtac re alîkarî kir

Di meha mijdarê de ji teref Karwana Hêvîyê ya Êlihê ji 102 zarokên êtîm û mixtac re alîkarî hat belavkirin.

Ekleme: 25.12.2021 15:05:29 / Güncelleme: 25.12.2021 15:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê xebatên alîkarîyê yên ku hatin kirin de ji teref  Salih Guzelê Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê ya Êlihê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

“Îro bû nesîb ku em ji 102 zarokên din ên êtîm re alîkarî bikin”

Guzel di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ew di bergeha wekaletên ku ji teref xêrxwazan ve ji wan re hatine dayîn de ji bo êtîman xebatên alîkarîyê kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike. Bi alîkarîya wan îro me li vê derê ji 102 zarokên êtîm re alîkarîya cil û bergan kir. Me berî nija jî di bergehja alîkarîyên zivistanê de ji 417 kesan re alîkarî kiribû.Xweda nesbî bike em ê xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber bidomînin.Xweda xêra temamê kesên ku keda wan di vê alîkarîyê de heye razî be.”(ÎLKHA)