Li navçeya Eceabata Çanakkaleyê 143 koçber hatin qefaltin

Ekîbên Fermendarîya Ewlehîya Beravê, li navçeya Eceabata Çanakkaleyê di nav kelekekî de 143 koçberên qaçax û 6 qaçaxçîyên koçber qefaltin.

Ekleme: 25.12.2021 09:50:31 / Güncelleme: 25.12.2021 09:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku di nav kelekekî de ji teref ekîbên Fermendarîya Ewlehîya Beravê ve lêgerînek hat kirin, di encama lêgerînê de 143 koçberên qaçax û 6 qaçaxçîyên koçber hatin qefaltin.

Li gorî îfadeyan koçberên ku hatin qefaltin teslîmê Navenda Şandina Xerîbên yê navçeya Ayvacikê hatin kirin. (ÎLKHA)