Weqfa Êtîman ji malbatên Hewlêrî yên ku ji ber lehîyê mexdur bûne re alîkarî kir

Rayedarên Weqfa Êtîman ji ber lehîya ku li Hewlêrê pêk hatibû çû navçeya Kuştepeya bajara Hewlêrê û ji bi sedan malbatan re kolîyên xwarinê, betanî û sobaya ceryanê belav kir.

Ekleme: 25.12.2021 09:30:31 / Güncelleme: 25.12.2021 09:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Êtîmên ku navenda wî li Dîyarbekir e, ji bo alîkarîya xêrxazan  bighêjîne malbatên êtîm û mixtac xebatên xwe didomîne.

Weqfa Êtîman ê ku xebatên xwe yên alîkarîyê  li welat û li derveyê welat  dike, vêca jî li bajara Hewlêrê ji bo mexdûrên lehîyê alîkarî da destpêkirin.

Li herêma Dara Tuyê Hewlêrê di tarîxa 16ê Kanûna Pêşîn de ji ber barîna baranê lehî pêk hatibû, di encama lehîyê de yek bebek, yek welatîyê Tirkîyê bi tevahî 12 kes canê xwe ji dest dabûn.

Erkut Ozbeyê Temsîlkarê Weqfa Êtîman derheqê alîkarîya ku li Hewlêrê hat kirin de daxuyanî da û weha got, “Em li navçeya Kuştepeya girêdayê bajara Hewlêrê ne. Ji ber lehîya çend rojên dawîn kolîyên xwarinê, betanî û sobaya ceryanê yê ku me anî, ji malbatên mexdûr û mixtacan re belav kir. Hê jî tesîra lehîyê neqedîyaye û ji ber vê yekê însanên li vê derê gelek di rewşekî xirab da ne. Eşya û xanîyên gelek mirovan ji ber lehîyê xira bûne. Em li vê derê dibînin ku însanên li vê derê bi hevdû re alîkarî dikin. Xwedê Teala ji xêrxazan re razî be.”

Hat destnîşankirin ku hinek malbat jî ji ber alîkarîyê ji Weqfa Êtîman re teşekkur kirin. (ÎLKHA)