Karwana Hêvîyê li Somalîyê ji gel re alîkarîya bizinên şîrê kir

Weqfa Karwana Hêvîyê li Efrîqayê xebatên xwe berdewam dike, ji ber vê yekê di bergeha projeya ‘Bizina bi Şîr’ de armanc dike ku li Somalîyê jî ji malbatên mixtac re heywan bên dayîn.

Ekleme: 25.12.2021 08:55:22 / Güncelleme: 25.12.2021 08:55:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê ku li çar alîyê cîhanê xebatên alîkarîyê dike, li Somalîyê jî projeya ‘Bizina bi Şîr’ da destpêkirin.

Weqfa Karwana Hêvîyê destnîşan kir ku di wergira projeya ‘Bizina bi Şîr’ de armanca wan, pirsgirêk û zehmetîyên xelqê Somalîyê re bibin alîkar, di vê çerçovê de heta ji destê wan bê malbatan ji vî projeyê bikin nisîbdar.

Nurullah Gunaydinê Sekreterê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê derheqê alîkarîyê de zanahî da, Gunaydin destnîşan kir ku bizinên şîrê ku ji teref xêrxwazan ve hatîye standin mirovên mixtacê ku li Mogadîşuya paytext a Somalîyê ne hat belavkirin.

Gunaydin, ji xêrxazan re ji ber alîkarîyên wan teşekurê xwe şîyand. (ÎLKHA)