Avrupa Yetîm Elî li Mogadîşuyê xwarin belav kir

Avrupa Yetîm Elî, li Mogadîşuya paytexta Somalîyê ji mirovên miltecî yên li kampê re pakêtên xwarinê belav kir.

Ekleme: 21.12.2021 16:15:31 / Güncelleme: 21.12.2021 16:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Avrupa Yetîm Elîya Sazîya Alîkarîya Navneteweyî, ji bona mixtacên miltecîy ê kampa ku li Mogadîşuya paytexta Somalîyê ne belavkirina alîkarîyên xêrxazan berdewam dike.

Avrupa Yetîm Elî, ji kesên ku di kampa Alesiyoyê de jîyan dikin re alîkarîya xwarinê kir.

Nîzamettîn Ayganê ji temsîlkarên Avrupa Yetîm Elîyê derheqê alîkarîyê de daxuyanî da û weha destnîşan kir, ji bona ku ew alîkarîya xêrxwazan ji mixtacan re dighijînin gelek kêfxweş dibin.

Aygan îfade kir ku ji 200 malbatan re alîkarîya xwarinê hat  kirin, ji xêrxazan re jî ji bona alîkarîya wan teşekkur kir.

Aygan ragihand ku bi bexşên xêrxazan ew ê ji mixtacan re hîn bêhtir alîkarî bikin. (ÎLKHA)