Roja înê “Roja Piştevanîya Êsîran” hat îlankirin

Komîsyona Êsîrên Hêzên Netewî û Îslamî, ji ber ku rejima îşxalker ji êsîrên di zindanê da ne re muameleya bêînsanî dike, roja înê “Roja Piştevanî ya Êsîran” îlan kir.

Ekleme: 21.12.2021 14:05:28 / Güncelleme: 21.12.2021 14:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komîsyona Êsîrên Hêzên Netewî û Îslamîyê li Xezzê,  ji teref rejima îşxalker ve ji êsîrên zindanê re muameleya bêînsanî  tê kirin. Ji ber vê yekê ji wan êsîran re ji bona ku alîkarî bê dayîn daxuyanîyek hat belavkirin .

Komîsyona Êsîrên Hêzên Netewî û Îslamîyê li Xezzê di daxuyanîya xwe de ji xelqê re bang kirin ku bila li dijî rejima îşxalker pirotesto, çalakî û temaşeyên girseyî bê kirin.

Komîsyon, di civîneka ku ji bona ji Hereketa Êsîran re alîkarî bê dayîn de rewşa neasayî îlan kir, komîsyon bang ji xelqê re kir ku bila di cîhê ku bi rejima îşxalker re rastî hev werin de ji bona ku alîkarî ji êsîran re bidin, çalakîyan bikin.

Komîsyon bi bîr anî ku derheqê ewlehîya êsîran de rejima îşxalker mesul e. komîsyon di daxuyanîya xwe de weha destnîşan kir, bi beheneya mirovekî yê ku ev mirov ji bona derheqê pîrekên êsîran da muameleya nebaş hatibû kirin leşkerekî rejima îşxalker birîndar kiribû. Ji ber vê yekê rejima îşxalker êrîş li êsîrên Girtîgeha Nafhayê kiribûn. Ev êrîş û muamele xetayekî ye.

Êsîrekî yê ku di Girtîgeha Nafhayê de ye, ji ber leşkerên rejima îşxalker êrîş li pîrekên êsîrên Girtîgeha Damunê  kiribûn, leşkerekî sîyonîst birîndar kir. Ji ber vê yekê rejima îşxalker ev çalakîyê behane kir û êsîrên ku di qawîşa 12an de ne bi zincîran girê dan, wan tezî kirin û wan di sermayê de dan sekinandin, hinek endamên Komîsyona Rayedara Bilind a Êsîrên HAMASê jî kirin hucra tecrîtê. (ÎLKHA)