Li Amasyayê mîdîbus qelibî: 27 birîndar

Li ser rêya Amasya-Çorimê mîdîbusa gerê qeza kir û qelibî, di encama qezayê de 27 kes birîndar bûn.

Ekleme: 20.12.2021 18:15:20 / Güncelleme: 20.12.2021 18:15:20 / Xeberen Kurdi / Amasya Haberleri
Destek için 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, qeza li ser rêya Amasya-Çorimê di seat 17.00an de ji ber ku şoforê mîdîbusa gerê ya bi plaqa 52 ABJ 427ê hakimîyeta dîreksîyonê hinda kir qeza kir.

Hat destnîşankirin ku li gorî dîyarên ‘ewil 27 kes birîndar bûn. Ji ber xeber dayînê gelek ekîbên îtfaîyê û tenduristîyê hatin cîhê qezayê.

Hat ragihandin ku kesên birîndar ji teref ambûlansan ve hatin rakirin Nexweşxane ya Lêgerîn û Perwerdehîya Amasya Sabuncuoglu Şerafeddînê û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)