Rejima sîyonîst êrîşî Filistînîyan kir: 15 birîndar

15 Filistînî di êrîşên rejima îşxalker li bajara Nablusê de bi guleyên plastîk birîndar bûn.

Ekleme: 20.12.2021 17:55:30 / Güncelleme: 20.12.2021 17:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Navenda Rewşa Derasayî û Alîkarê Acîla Nablusê yê Heyvasor a Filistînê ve hat daxuyandin ku rejima îşxalker  li gundê Burkaya navçeya Nablusê êrîş li dar xist. Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku 15 Filistînî birîndar bûn, 52 kes jî ji bombeya xazê tesîrdar bûn.

Hat îfadekirin ku rûniştvanên Cihuyî jî doh êvarê êrîşî erebeyan kirin û di encama êrîşê de 4 Filistînî jî birîndar bûn. (ÎLKHA)