Li Qersê otobusa rêwîyan qeza kir: 4 mirî, 10 jê giran 26 kes birîndar

Otobuseke rêwîyan doh êvarî li ser rêbeja Qers-Erzurumê ji ber berfa zêde qeza kir.

Ekleme: 19.12.2021 12:05:25 / Güncelleme: 19.12.2021 12:05:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama qezaya ku derdora 19.00an de pêk hat de 4 kes canê xwe ji dest dan, 10 jê giran tevde 26 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 34 DMZ 566 ji ber berfa ku barîya bû şimitî û qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes canê xwe ji dest dan, 10 jê giran tevde 26 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.(ÎLKHA)