Temsîlkarîya HUDA PARê ya li Hewlêrê banga alîkarîyê ji bo Dara Tûyê ya ku lê lehî rabû kir

Ji ber barana ku zêde barîya li navçeya Dara Tûya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê heta niha 12 kes canê xwe ji dest dan û zêdetirî hezarek mal jî zirar dîtin.

Ekleme: 19.12.2021 11:05:27 / Güncelleme: 19.12.2021 11:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lijneyek ji Temsîlkarîya HUDA PARê ya li Hewlêrê doh çû cihê ku lê lehî rabû û kesên mexdûr ziyaret kir.

Di dema ziyaretê de lijne derd û kulên şênîyan guhdar kir. Piştî ziyaretên ku hatin kirin re ji ber ku gelek însan mexdûr bûne û bi hezaran mal zîrar dîtine lijneya Temsîlkarîya HUDA PARê ya li Hewlêrê ji bo welatîyên ku mexdûr bûne û zirar dîtine banga alîkarîyê kir.(ÎLKHA)