Li Çînê pirek hilweşiya: 4 mirî, 8 birîndar

Li bajarê Ezhou ya eyaleta Hubeya Çînê di encama hilweşîna pirê de 4 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 19.12.2021 10:25:27 / Güncelleme: 19.12.2021 10:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer doh êvarê dema ku beşek ji pira rampê ya li ser rêya bejahî hilweşiya, rû da.

Di daxuyanîya ku ji teref rayedaran ve hat dayîn de hat diyarkirin ku 3 qemyonên ku li ser pirê bûn ketin di dema qezayê de gelek kes li ser pirê dixebitîn.

Di lêkolîna ewil a ku li cihê qezayê hat kirin de derket holê ku kamyoneke 198 ton barkirî ji pirê ketiye û bûye sedem ku  2 wesayîtên din jî bikevin xwarê.

Hat hînbûn ku li cihê qezayê xebatên lêgerîn û xilaskirinê hê jî dewam dikin û sedema qezayê jî tê lêkolînkirin. (ÎLKHA)