Li Hewlêrê ji ber felaketa lehîyê 12 kes canê xwe ji dest dan û zêdetirî hezar mal jî zirar dîtin

berî vê du rojan ji ber barana zêde ya ku li Dara Tûya Hewlêrê barîya lehî rabû.

Ekleme: 18.12.2021 15:55:31 / Güncelleme: 18.12.2021 15:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama lehîya ku rabû de  gelek mal û kargeh di bin avê de man û gelek kes jî canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber felaketa lehîyê ya ku rabû heta niha 12 welatî canê xwe ji dest da. Tê diyarkirin ji ber lehîyê bi hezaran mal zirar dîtin.

Ji ber lehîyê li herêmê temamê mekteban hatin tatîlkirin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê lehîya ku pêk hat de destnîşan kir, ew ê yek milyon dînar alîkarî ji herêmê re bikin.(ÎLKHA)