Neçîrvan Barzanî: Ji mexdurên lehîyê re dê yek mîlyar dînar alîkarî bê kirin

Neçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku ji mexdurên lehîya ku li Hewlêrê rabû re yek milyar dînar alîkarî bê kirin.

Ekleme: 18.12.2021 11:55:28 / Güncelleme: 18.12.2021 11:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Neçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku mirovên ji ber lehîyê  mexdur bûne re ji Fona Alîkarîya Rewangê milyarek dînar bê dayîn.

Derheqê alîkarîyê de hat daxuyandin ku alîkarî ji hêla Neçîrvan Barzanî bê dayîn û ji mexduran re jî mobîlya, sarinç, cilşo, xwarin û alîkarîya paqijîyê bê dayîn. (ÎLKHA)