Li Hewlêrê ji ber lehîyê hêjmarên mirîyan bû 11 kes

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê doh êvarê ji ber barîna baranê lehî çêbû, di encama lehîyê de hêjmarên kesên ku canê xwe ji dest dan bû 11.

Ekleme: 17.12.2021 16:15:29 / Güncelleme: 17.12.2021 16:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajaroka Dara Tu ya Hewlêrê di encama lehîyê de bi tevî bebekekî û 3 pîrekan bi tevahî 11 kes canê xwe ji dest dan.

Omîd Xoşnovê Walîyê Hewlêrê destnîşan kir, ji ber lehîyê di nav kesên ku canê xwe ji dest dane de pîrek û zarokek jî heye, lê rewş niha di bin qontrolê da ye.

Hat destnîşankirin ji ber ku lehî di wextê razanê de pêk hatiye hejmara mirîyan zêdeye.

Hat îfadekirin xanî û erebe jî zirar dîtine û piştî lehîyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin. (ÎLKHA)