Şêx Raîd Salah: Di zindanê tim û tim Mescîdî Eqsa, êsîr û bêtifaqîya me di bîra min de bû

Raîd Salahê ku ji zindanên îşxalker azad bû destnîşan kir ku, dema rojên zindanê ji bo wî gelek zehmet bûye û meseleyên ku di ‘eqlê wî de bûne jî Mescîdî Eqsa, êsîrên Filistînê û halê perçebûna Filistînê bûye.

Ekleme: 17.12.2021 14:55:05 / Güncelleme: 17.12.2021 14:55:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Raîd Salahê Mihafizê Qudsê yê Serokê Hereketa Îslamî yê Filistînê yê ku ji zindanên îşxalker azad bûye dîyar kir ku, rojên zindanê gelek zehmet derbas bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Sîyonîstên îşxalker ji bo heyfa xwe bistînin polîtîkayekî çapker û bêrûmetker şopandîne."

Raîd Salahê Mihafizê Qudsê bal kişand ku, ev rejima îşxalker di tarîxê de carekî jî temsîlkarê başîtîyê nebûye, rejima îşxalker her tim xirabîyê temsîl kirîye û ev tişt jî ji bona wan normal bûye. (ÎLKHA)