Kerwana Hêvî li Hêwlêrê ji 180 zarokan re alîkariya cilûbergan kir

Kerwana Hêvî ya ku bi diruşmeya “Jiyan bi hev re xweş e” bi rê ket, li bajarê Hewlêra bi malbatên hewcedar re hevdîtin kir û alîkarîya cilên zivistanê yên zarokan ji wan re kir.

Ekleme: 16.12.2021 11:55:29 / Güncelleme: 16.12.2021 11:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvî ya ku ji bo malbatên hewcedar ên li welat û derveyê welat xebatên alîkariyê dike, bi rêya Komeleya Neda ya ku li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê xebatên alîkariyê dike, gihaşt malbatên hewcedar ên bajêr.

Di çarçoveya projeya “Mont û Botek” de ku bi sarbûna hewayê hatibû destpêkirin, bi piştevaniya xêrxwazan li Hewlêrê bo 180 zarokên Hewlêrê bot û palto hatin belavkirin.

Rêveberên Komeleya Neda diyar kirin ku ew qîmetê didin xebatên ku hatine kirin, spasiya Kerwana Hêvî dikin ku ji bo belavkirin cilên zivistanê ji malbatên sêwî û hewcedar re şandine Hewlêrê.

Serokê Kerwana Hêvî yê Diyarbekirê Şahîn Elelçî derbarê xebatên alîkariyê yên ku li Hewlêrê tên kirin de daxuyanî da û got, "Di vê xebata ku me bi slogana ‘Jiyan bi hev re xweş e’ da destpêkirin.”

Elelçî diyar kir ku wan projeya "Yek cil û yek bot" a li welêt bi desteka xêrxwazan qedandiye û dû re wiha got, "Ji bo ku em ji zarokên malbatên feqîr û jar re karibin alîkarî bikin me xebat da destpêkirin. Me li Hêwlêrê ji 180 zarokan re alîkariya cilûbergan kir. Xweda ji hemû xêrxwazên ku tevkarî, kedkar û piştgirî dan xebata palto û çîzmeyan razî be." (ÎLKHA)